Guhertinên xalên destûrê dê bandoreke çawa bike?

Guhertina Makezagona Tirkiyeyê di demên dawîn de her dihat rojevê, lê li ser guhertina 18 xalan, Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Partiya Bizava Nijadî (MHP) li hev kir û li parlamentoyê jî pesand kirin. Partiyên opozîsyon dikin jî rexneyên ku xalên guhartinê bi hemahengiya civakî nehatiye kirin û bersiva çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê jî nabînin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Guhertina Makezagona Tirkiyeyê di demên dawîn de her dihat rojevê, lê li ser guhertina 18 xalan, Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Partiya Bizava Nijadî (MHP) li hev kir û li parlamentoyê jî pesand kirin. Partiyên opozîsyon dikin jî rexneyên ku xalên guhartinê bi hemahengiya civakî nehatiye kirin û bersiva çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê jî nabînin.

Hiqûqnas û Serokê Berê yê AKP yê Diyarbekirê Aydin Altaç, ragihand ku, ew rexne di cih de nîn in û dê bi guhertina Mekazagonê û pergala Tirkiyeyê hem îstikrar hem jî pir rengiya civakên li Tirkiyeyê çareser bibe. Altaç diyar kir ku ji teoriya Makezagonan bêhtir, pratîka wan ya li nav civakê girîng e û anî ziman ku dê pêşî li hewlidanên kutedayan bê birin û destê hikûmetan xurt dibe.

Altaç ji K24ê re wiha got: "Hêzên nav Tirkiyeyê ku sed salê polîtîkayên kûr û kirêt ku didin domandin, dê pêşî li wan jî bê girtin û hem ji bo gelên li Tirkiyeyê jî hem jî ji bo heremên Anatoliya û Rojhilata Navîn bawer im dê pergaleke baştir derkeve holê."

Akademisyenê beşa siyasî yê Zaningeha Dîcleyê Vedat Koçal jî anî ziman ku li Tirkiyeyê her ku krîz rûdidin, daxwaza otorîterî tê rojevê û bi egera "berdewamiya dewletê" jî pêla nijadperesetî ji bo rakirina nakokiyên navbera siyaseta resmî ji holê rabike û ew daxwaz tê bicihanîn. Koçal diyar kir ku Tirkiyeyê heta niha di neçareseriya Kurd de welatên endamên NATO'yê wekî garantî didît lê niha ew rewş guhêriye û ev tişt jî çareseriya pirsa Kurd mîsoger dike.

Koçal dibêje: "Tesîra vê pevojeyê li ser Kurdistanê, em di mînakên dîrokê de dibînin ku wekî çareseriya krîzên siyasî, neçareserî yan jî taloqkirina çareseriya pirsa Kurd her tim hatiye bikaranîn. Yanî antîpatî û dijberiya Kurdan, ne awayekî binavkirî, bi ser nîşaneyan de tê danîn û nijadpersetiya Tirk jî li derdorê wî tê civandin. Lê çareseriya Tirkiyeyê êdî di çareserkrina pirsa Kurd de ye."

Ew 18 xalên ku yek bi yek di parlamentoyê de hatin pejirandin, tê pêşbînîkirin ku di nav 3 rojan de bi giştî jî bên pejirandin û piştre jî pêvajoya referandûmê dest pê bike.