Barzanî û Mogherini şerê DAIŞê gotûbêj dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Berpirsa Karûbarê Derve û Asayişa Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini derbarê şerê DAIŞê, rewşa navçê piştî nemana DAIŞê û pêwîstiya berdewamiya hevkariya Ewropayê ji Pêşmerge û Koçberan re li Davosê gotûbêj dikin.
Di çarçova Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê, hevdîtin û civînên Serokê Herêma Kurdistanê berdewam e, îro jî ligel Berpirsa Karûbarê Derve û Asayişa Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini û şanda pê re civiya.
Serokê Herêma Kurdistanê Kurdistanê Mesûd Barzanî ku sibe di Korbenda Davosê de derbarê şerê DAIŞê û pêşeroja Sûriyê beşdarî panelekê dibe. Di du rojên borî de jî ligel çendîn serok û cîgirê serok û serokwezîr û wezîrên derve û yên bergîriya yên welatên cîhanê û berpirsên kompanayayê mezin yên civiyabû.
Sêyemîn car e Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wek kesayetiyekî girîng yê cîhanê ji aliyê rêvebertiya wê lûtkeyên tê vexwandin.