Li Îdirê jineke wênesaz wêneyên xwe li malê çê dike

Wênesaza ku li Îdirê dijî bi atolyeya ku li malê ava kiriye wêneyên cûr bi cûr çê dike. Jina wênexêz Aslihan Demîrel, ji bilî wêneyên ku li malê çêdike ji bo fêrbûna hunera wênesaziyê xwendekaran jî perwerde dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Îdir

Wênesaza ku li Îdirê dijî bi atolyeya ku li malê ava kiriye wêneyên cûr bi cûr çê dike. Jina wênexêz Aslihan Demîrel, ji bilî wêneyên ku li malê çêdike ji bo fêrbûna hunera wênesaziyê xwendekaran jî perwerde dike.

Jina bi navê Aslîxan Demîrel ku li Îdira Kurdistanê dijî, jûreke mala xwe ji bo xêzkirina wêneyên xwe terxan kiriye û bi boyaxên cihêreng wêneyên cûr bi cûr xêz dike. Demîrel ev 15 salan wênesaziyê dike û di sala 2015an de Zanîngeha Dokuz Eylul ya Îzmîrê bi yekemîniyê qedandiye.

Demîrel ji bilî wan nîgarên ku li malê xêz dike, ji ber ku tayîna wê pêk nehatiye li dibistanekê bi heq perwerdê dide xwendekaran. Bi nîgarê ku xêz kirine hem li welêt û hem di qada navneteweyî de gelek xelat wergirtine û di gelek gerên Ewropayê de jî cih girtiye.

Wênexêz Aslîxan Demîrel derbarê hunera xwe de ji K24ê re got: "Niha ez mamostetiya bi heq dikim. Ez dixwazim berhemên ku min çêkirine û yên ku dê ez ê çêbikim li derveyî welêt bidim pêşandan. Armanca min divê riyê de ev e. Piştî ku min zanîngeh xilas kir xebatên xwe yên li ser wênexêziyê berdewam kirin. Ji ber ku xebatên min zêde bûn, pêdiviya min bi atolyeyekê çêbû û ji ber ku cih jî tunebû min jûreyeke mala xwe ji bo xebatên xwe veqetand."

Li aliyê din wênexêz di atolyaya xwe ya malê de bi boyaxê neftî û avî, bi pênûsa risasî û boyaxên din yên cihêreng wêneyan xêz dike. Dayîka wê jî amaje pê dike ku eger derfetên wan hebûya dê ji keça xwe re atolyeyek li derveyî malê çebikira.

Dayika Aslihan Demîrel jî dibêje: "Keça min di dibistanê de jî serkeftî bû. Di mala me de di odeyeke de jixwe re atölye vekiriye. Hêza me tune ye, nagihîjê yan na emê vekin. Wek mînak heger cihê wê hebe, di wir de bixebitê wê bêhtir rihet û rind be."

Demîrel dibejê ku gelê Îdirê ji ber tesîra ayînî bi awayekî neyînî li hunerê dinêhêrin. Ew jî dixwaze ku bi berhemên xwe xweşbûna hunere nîşanî wan bide.