Nêrîna gelê Tirkiyê li ser herdu serokên Amerîkayê

Beriya 8 salan, gava ku 44emîn serokê Amerîkayê Barack Obama bo serokatiya Amerîkayê hate hilbijartin û şûnde; yek ji welatên ku bi vê yekê herî şad bûyî Tirkiyê bû. Bi taybetî ji ber peyamên wî ku bi erênî nêzî cîhana Îslamî bûbû, gelê Tirkiyê bi dilgermiyekê mezin pêşwazî li yekemîn serokê reşik yê Amerîkayê kiribû. Obama jî yek ji geştên xwe ya pêşî berev Tirkiyê ve kiribû û di parlamentoya Tirkiyê de jî axaftibû
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Beriya 8 salan, gava ku 44emîn serokê Amerîkayê Barack Obama bo serokatiya Amerîkayê hate hilbijartin û şûnde; yek ji welatên ku bi vê yekê herî şad bûyî Tirkiyê bû. Bi taybetî ji ber peyamên wî ku bi erênî nêzî cîhana Îslamî bûbû, gelê Tirkiyê bi dilgermiyekê mezin pêşwazî li yekemîn serokê reşik yê Amerîkayê kiribû.  Obama jî yek ji geştên xwe ya pêşî berev Tirkiyê ve kiribû û di parlamentoya Tirkiyê de jî axaftibû.

Lê belê di heyama dûyemîn ya Obamayî de ev têkilî xerab bûn. Helwesta polîtîkayên serbixwe ya Tirkiyê herwiha polîtîkayên wê yên li dijî Îran û Îsraîlê Amerîka aciz kir. Li aliyekê jî bi taybetî van 2 salên dawiyê alîkariya Amerîkayê ya bo PYDê, li Tirkiyê bû sedema rageşiyê. Lê belê helwesta Emerîkayê ya li dijî kudetaya Tîrmehê, ji bo Enqereyê bû qurta dawî.   

Rageşiya di navbera herdu dewletan de hilpekî kolanan jî û hêrsa li dijî Amerîkayê li Tirkiyê gehişt asta herî jor.

Gel wiha difikire. Zanîngeheke li Stenbol di meha Berfanbarê de bi navê "Li Tirkiyê dilxwaziya Civakî û Siyasî" lêkolînek kiribû û di lêkolînê de xuya bû ku rêjeya kesên ku Amerîkayê wekî dost nabînin, gehiştiye ji sedî 89an. Herwiha li gor lêkolînê; yekemîn car bû ku piraniya gelê Tirkiyê di gel Îsraîlê, Amerîka jî wekî dijminê herî mezin yê Tirkiyê bi nav dikir.

Serdema Obama êdî bi dawî bû. Serokê nû Trump rûnişt ser kursiyê serokatiyê. Enqere jî hewl dide ku bi saya rêveberiya nû, qeyrana bêewletiyê çareser bike.

Li Tirkiyê hikûmet jî, gel jî herî zêde ji vê yekê bi hêvîye. Heke berpirsê kudetayê Fetullah Gulen were teslîm kirin û alîkariya bo PYDê were qut kirin, dibe ku têkilî dîsa sererast bibin. Lê heke na; dibe ku her tişt hê xerabtir jî bibe.