Polîsa leşkerî serkirdeyekî PDK-Sê binçav dike

Grûpeke ji polîsa leşkerî ya ser bi Rêveberiya Xweser bi ser mala li Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê endamê Polîtbîroya PDK-Sê Ebdilkerîm Mihemed (Bavê Luqman) digirin û wî binçav dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpeke ji polîsa leşkerî ya ser bi Rêveberiya Xweser bi ser mala li Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê endamê Polîtbîroya PDK-Sê Ebdilkerîm Mihemed (Bavê Luqman) digirin û wî binçav dikin.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand, îro danê sibê li gundê Kortebanê ya ser bi bajarokê Girkê Legê polîsa leşkerî ya ser bi Rêveberiya Xweser bi ser mala endamê Polîtbîroya PDK-Sê Ebdilkerîm Mihemed (Bavê Luqman) digirin û bêyî sedema girtina wî diyar bikin, wî binçav dikin.

Tê zanîn ev ne cara yekem e, ku Bavê Luqman ji aliyê hêzên ser bi Rêveberiya Xweser û Asayişa Rojava ve tê girtin, cara dawî di 27 Hizêrana 2016an de dema beşdariya wî di merasîma komkujiya Amûde de jî hatibû binçavkirin.