Hesîrên Diyarbekirê bi destên jinan tên hûnandin

Jinên Diyarbekirê, di bin banê Navenda Perwerdehiya Gel a Yenîşehîrê de hînî çêkirina zeynetê Diyarbekirê ya dîrokî dibin. Zeynetên hesîr ku ji dema Osmaniyan mane, li Diyarbekirê 300 sal in cihê xwe parastiye û niha jî ji bo nifşê nû tê hînkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Jinên Diyarbekirê, di bin banê Navenda Perwerdehiya Gel a Yenîşehîrê de hînî çêkirina zeynetê Diyarbekirê ya dîrokî dibin. Zeynetên hesîr ku ji dema Osmaniyan mane, li Diyarbekirê 300 sal in cihê xwe parastiye û niha jî ji bo nifşê nû tê hînkirin.

Hesîrên ku taybetiya xwe di nav civaka Kurd de wenda nekiriye, heta niha bi destên zilaman hatine çêkirin. Piştî kursên di bin banê Wezareta Perwerdehiyê de hatin dayîn, pîşeya çêkirina hesîrên zivî derbasî destên jinên Diyarbekirê jî bûn.

Hosteya çêkirina hesîrên Diyarbekirê Yuksel Guldali, 7 sal in hesîran çêdike û ew jî bi rêya kursan hînî nifşê nû dike. Guldali ji K24ê li ser vê pîşeyê wiha axivî: "Em hîn bûne, a niha em hînî ciwanan dikin. Ji bo ku vê hunera Diyarbekirê wenda nebe, em hewil didin."

Ji ber ku çêkirina hesîran, bala mirovan rasterast li ser hûnandinê berhev dike, ji aliyê hin derûnînasan ve jî ji bo terapiye tê pêşniyazkirin. Yek ji kursiyerên çêkirina hesîrî, Metîha Eroglû ye. Eroglû dema kelecanî dibe, di axaftinê de hinek zehmetiyê dikişine. Metîha Eroglû dibêje; ez hem li vir hînî pîşeyê bûm, hem ji vî karî debara xwe dikim hem jî li ser derûniya min bandorên erênî çêdibin.

Metîha Eroglû dibêje: "Ez ê vê pîşeyê hîn bibim, di rojên pêş de ez ê hewil bidim baştir hîn bibim da ku ez di pêşerojê de sêwirandina  van hesîran bikim"

Li gorî agahiyên ku hoste û kursiyer radigihînin, çêkirina hesîran rasterast bi keda destan û ronahiya çavan tên hilberîn. Ji bo çêkirina hesîrekê, di serî de madeya xam a zîvî bi agirî tê sotandin, dûre li gorî pîvana diyarkirî radestî kursiyeran tê kirin. Têlikên zîvî ku bi sebir û baldariyê tên hûnandin, li ser kuskiyê teşeya dawîn digire. Ji kursiyerên hesîran Xurbet Karakaş girîngiya vê pîşeyê bi van gotinan qal dike.

Xurbet Karakaş jî got: "Ger em bixwazin, mamoste derfetên kar jî ji bo me çêdike. Pîşeyeke gelek xweş e, ji eslê me yê berê tê. Çiqas dem di ser re bibore jî mirov dikare van tiştan di demên pêş de hînî gelek kesan bike."

Kursiyerên ku bi daxwaza hînbûnê serî li vê xebatê didin, di serî de bi çêkirina baqiran dest bi kar dikin. Piştî hînî hûnandina hesîran dibin, dest bi çêkirina zîvî dikin û berhemên ku bi hevkarî temam dikin, ji bo hezkiriyên hesîrî pêşkêş dikin. Ji ber hûrkariya hesîran, buhayên wan di navbera 400 Lîre û 2 hezar Lîreyan de diguhere. Ciwan û bermaliyên ku hînî çêkirina hesîran bibin jî bi alîkariya rêveberên kursê, li atolyeyên zîvkarî û zêrkariyê dest bi kar dikin û ji aliyê aboriyê ve tevkariya debara malbata xwe dikin.