Ji xwîna marê Kobra derman tê çêkirin

Li welatê Endonezyayê ji xwîna marê Kobrayê şurup tê çêkirin û li hemberî gelek nexweşiyan wekî derman tê vexwarin. Goştê wî jî dibe kebab û xelkê Endonezyayê him wekî derman û him jî wekî xwarineke bitam xwe pê têr dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li welatê Endonezyayê ji xwîna marê Kobrayê şurup tê çêkirin û li hemberî gelek nexweşiyan wekî derman tê vexwarin. Goştê wî jî dibe kebab û xelkê Endonezyayê him wekî derman û him jî wekî xwarineke bitam xwe pê têr dikin.

Li paytexta Endonezyayê Cakartayê goştê marên kobrayê dibe kebab, xwîna wan jî dibe derman û bazara Endonezyayê li ser dezgehan tê firotin. Yên vî karî dikin, piştî ku serê marî jê dikin xwîn û çerm û goştê marî ji hev cuda dikin. Kapsûl, kremên ko ji xwîna marî hatine çêkirin li ser dezgehan dezgehan wekî derman hêviya firotinê ne. Herwiha şurubên ku dîsa ji xwîna marî tên çêkirin jî, ber çavên welatiyan tên amadekirin.

Piştî ku çerm, xwîn û hestî ji hev tên dêrxistin goştê marê Kobrayê li ser êgir tên qelandin û bi pîvaz û îsot û lîmonan dibe xwarineke bi tam û dermanekî bêhempa. Endonezyayî jî kebaba kobrayê him wekî derman him jî wekî xwrineke bitam dixwin.

Li gor pisporên sexlemiyê goştê marê Kobrayê laş û metobolîzmaya mirovan bihêz dike. Xwîna wî jî ji bo xweşkirina pêst û nexweşiyên wekî ba û egzamayê jî gelek baş e. Herwiha ji çermê marê Kobrayê qayîş û peredank jî  tê çêkirin, her marek bi 5 dolaran tê firotin.