Amerîka hejmara kuştiyên DAIŞê aşkere dike

Fermandarekî pilebilind yê Amerîkî li Iraqê aşkere kir, bi dirêjiya du sal û nîvan ji şerê li DAIŞê li Iraq û Sûriyê bêhtirî ji 60 hezar çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarekî pilebilind yê Amerîkî li Iraqê aşkere kir, bi dirêjiya du sal û nîvan ji şerê li DAIŞê li Iraq û Sûriyê bêhtirî ji 60 hezar çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Fermandarê Operasyonên Taybet di artêşa Amerîka de General Raymond Thomas ragihand, hejmara kuştiyên DAIŞê di çend mehên borî de zêde bûne, ew jî ji ber pêşveçûnên hêzên Iraqî û Hêzên Sûriyeya Demokratî (HSD) li Sûriyê.

Wî Generalî diyar kir jî, bi dirêjahiya du sal û nîvan ji şerê li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê bêhtir ji 60 hezar çekdarên DAIŞê hatine kuştin, ev jî di demekê de ye ku hêzên Iraqî bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî zêdetirî nîvê bajarê Mûsilê kontrol kiriye.

Herwiha General Raymond Thomas amaje bi wê yekê kir, ku HSDê jî bo kontrolkirina bajarê Reqa di pêşveçûnê de ye.