CIA alîkariyan ji ser opozîsyona Sûriyê dibire

Amerîka şandina alîkariyên serbazî ji opozîsyona Sûriyê rawestand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka şandina alîkariyên serbazî ji opozîsyona Sûriyê rawestand.

Ajansa “Rueters” li ser zarê jêderekî agahdar ji nava opozîsyona Sûriyê ragihand ku, ajansa Îstixbarata Amerîkayê (CIA) şandina alîkariyên serbazî ji hêzên opozîsyonê re rawestand.

Heman jîderî diyar kir, heya niha berpirsên Amerîkî ji wan re negotiye ji ber çi sedemê ew alîkarî hatine rawestandin, lê ew hêvî dikin ku ev rawestandina alîkariyan bi awayekî demkî be.

Ji aliyê xwe ve, hin berpirsên Amerîkî dan xuyankirin, CIA şandina alîkariyên serbazî ji bo opozîsyona Sûriyê rawestandiye, da ku ew alîkarî nekevin destê grûpên tundrew.

Di demên dawî de hin grûpên tundrew li bakurê Sûriyê êrîşî baregehên wan kirin.