Li 2 taxên Mêrdînê qedexe
K24 – Navenda Nûçeyan
Li du taxên bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê qedexeya hatûçûnê hat ragihandin.
Parêzgarê Mêrdînê di daxuyaniyekê de qedexeya hatûçûnê li herdu taxan Talate û Çilgirav bo birêvebirina operasyonên leşkerî ragihand.
Parêzgariyê amaje bi wê yekê jî kir, bi gûmana hebûna gerîlayên PKKê li wan her du taxan, operasyonên leşkerî birêve dibin.
Parêzgariyê ji welatiyan xwast ku di malên xwe de bimînin heta qedexe tê rakirin. Herwiha diyar kir jî, qedexe heta fermaneke din berdewam e.