Şoygu: Me nehêşt desthilat li Sûriyê bê guhartin

Wezîrê Bergîriyê yê Rûsyayê Sergey Şoygo radigihîne, sîstema agirbesta li Sûriyê karî şerê navxweyî li wî welatî rawestanda.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergîriyê yê Rûsyayê Sergey Şoygo radigihîne, sîstema agirbesta li Sûriyê karî şerê navxweyî li wî welatî rawestanda.

Sergey Şoygu li pêş Encûmena Palementerên Rûsyayê (DUMA) axivî û got: “Me nehêşt dewleta Sûriyê bê perçekirin. Şerê navxweyî hate rawestandin û sînor jî ji hewlên guhartina desthilata rewa li Sûriyê jî danî.”

Şoygo amaje bi wê yekê jî kir, ku armancên ceopolîtîk li Sûriyê bicih hatin û herwiha ziyaneke mezin gihêşt rêxistinên terrorist.

Herwiha Şoygu da zanîn ku 2 ketîbeyên polîsa leşkerî yên Rûsî li Sûriyê bi erkên xwe radibin, ku ketîbeyek li Helebê yê û ya din din jî li Wadî Bereda ya li parêzgeha Şamê ye.

30 Berçileya 2016an agirbesta bi serpereştiya Rûsyê û Tikriyê li Sûriyê hate cibicîkirin, ku digel hikûmetê 14 yekîneyên opozîsyonê li ser rêkeftina agirbestê îmza kirin.

Bi serpereştiya Rûsya, Tirkiye û Îranê ro 16 Sibatê gera duyemîn ya civîna Astanayê di navbera opozîsyon û rêjîma Sûriyê birêve çû, tê de li ser avakirina mîkanîzmekê bo çavdêriya agirbestê hate lihevkirin.

Rûsya di 30 Îlona 2015an de dest bi operasyonên leşkerî yên asmanî kir. Gelek navendên leşkerî yên Sûriyê jî bikar tîne, ji wan jî navenda Himêmîmê ya li parêzgeha Laziqiyê.