Bakur: Di rabirdûyê de hatiye dîtin ku çek ne çareserî ye

Piştî hat ragihandin ku li Şingalê di navbera Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û Pêşmergeyên Rojava de şer û pevçûn derketiye, ev yek li Bakûrê Kurdistanê bi xemgînî hat pêşwazîkirin. Siyasetmedar û welatiyên Bakûrê Kurdistanê amaje kir ku bûyerên wiha bi tu awayî xizmeta Kurd û Kurdistanê nakin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Piştî hat ragihandin ku li Şingalê di navbera Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û Pêşmergeyên Rojava de şer û pevçûn derketiye, ev yek li Bakûrê Kurdistanê bi xemgînî hat pêşwazîkirin. Siyasetmedar û welatiyên Bakûrê Kurdistanê amaje kir ku bûyerên wiha bi tu awayî xizmeta Kurd û Kurdistanê nakin.

Şer û pevçûna ku di navbera Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û Pêşmergeyên Rojava de li Gundê Xanesora nehiyeya Sinûn a Şingelê derket, li Bakurê Kurdistanê jî deng veda. Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê amaje kir ku vê nûçeyê wan xistiye nav xemgîniyê. Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesûd Tek anî zimên ku di vê pêvajoya girîng de van bûyerên ku rû didin, ji bo Kurd û Kurdistanê ji bilî ziyanê tiştekî din bi xwe re nayne.

Mesûd Tek di konferansa rojnamevanî de got: “Ev şer û pevçûn berhema siyaseta PKK’ê ya li Başûrê Kurdistanê ye. Em hêvî dikin ku ev şerê birakujiyê demildest raweste. Di vî warî de wek partiyên Kurdistanî çi bikeve ser mile me em amade ne ku xizmetê bikin.”

Pevçûna ku di navbera Yekîneyên Berevaniya Şingalê YBŞ’ê û Pêşmergeyên Rojava de rû dan, tenê di rojeva siyasetmedaran de bû. Di heman demê de welatiyên Bakurê Kurdistanê jî di derbarê pevçûnê de xemgîniya xwe anîn zimên.

Welatiyê bi navê Ferman: “Rojhilata Navîn ji xwe tevlîhev e, di vê tevliheviyê de nabe kurd li hember hev rawestin.”

Welatiyê bi navê Cengîz: “Kesê ku bêje ez kurdim û pirsgirêkan di nava kurdan de bi çekan çareser bike, navê vê yeke tine ye. Ez nizanim ez çi bejim.”

Welatiyê bi Navê Evdila: “Ez naxwazim ti carî di navbera PKK’ê û Pêşmerge de şer derbikeve. Ev aloziya ku Şingalê rû daye jî ez hêvî dikin bi rêya müzakere were çareserkirin.”

Siyasetmedar û welatiyên Bakurê Kurdistanê bangewazî kir ku di demeke çavên cîhanê li ser Kurdan de Kurd rabin di nav xwe de şer bikin, ev yek dê bibe şaşiyeke dîrokî û dê berjewendiyên Kurd û Kurdistanê neparêze.