31 gundên Dêrsimê.. Herêmên ewlekariyê

Li bajarê Dêrsimê yê bakurê Kurdistanê, 31 gund wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatin ragihandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Dêrsimê yê bakurê Kurdistanê, 31 gund wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatin ragihandin.

Parêzgeriya Dêrsimê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku, di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de li 4 navçeyên wekî  Ovacik, Xozat, Pûlûmûr û Nazimiyeyê  31 gund wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatine ragihandin.

Parêzgerî diyar kir, qedexe ji 2ê Adarê dest pê kiriye û heta 16ê Adarê berdewam dike. Parêzgeriya Dêrsimê duh jî dîsa li heman deveran riya 20 gundan ji hatûçoyê re girtibû.

Herwiha ji alîkî din ve Parêzgeriya Diyarbekirê jî li 18 gundên navçeya Licê dîsa di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de derketina derva qedexe kir.