Qedexe li 18 gundên Diyarbekir hat ragihandin

Li Diyarbekirê, qedexeya ku 3 roj berê (02.03.2017) li ser 11 gundên Liceyê û gundekî Hezroyê hatibû ragihandin, vê sibehê saet di 09:00’an de ji aliyê parêzgeriyê ve hat rakirin. Digel rakirina qedexeya li ser 12 gundan, ji bo 18 gundên Liceyê car din qedexeya derketina kuçe û kolanan hat ragihandin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li Diyarbekirê, çûnehata 18 gundên navçeya Liceyê; ji aliyê Parêzgeriya Diyarbekirê ve hat qedekirin. Qedexeya li ser van gundan îro (05.03.2017) saet di 07:00'an de hat ragihandin û heta bangewaziyeke duyemîn dê ev qedexe dewam bike. Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgeriya Diyarbekirê ve hat ragihandin, qedexe ji bo operasyonên li hember endamên PKK’ê hatiye danîn.

Li Diyarbekirê, ji aliyê parêzgeriya bajêr ve ji bo 18 gundên bi ser navçeya Liceyê  ve bangewaziya qedexeya derketina kuçe û kolanan hat ragihandin. Di daxuyaniya parêzgeriyê de hat diyarkirin ku dê li hember Endamên Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê operasyon werin destpêkirin. Qedexeyên li ser van gundewaran, dê heta bangewaziyeke duyemîn a parêzgeriyê dewam bikin.

Beriya qedexeya van 18 gundan, di 2’yê Adarê de jî ji bo 12 gundên bi ser Liceyê û gundekî bi ser Hezroyê ve qedexeya derketina kuçe û kolanan hatibû ragihandin û ew qedexeyên ku 3 roj berê (02.03.2017) li ser 12 gundan hatibûn danîn, hîn jî dewam dikin.