Pêşmerge: Divê PKK ji Şingalê vekişe

Fermandariya Hêza Çekdarên Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de daxwaz ji PKKê dike, ji navçeyên Şingalê û derdora wê vekişe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandariya Hêza Çekdarên Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de daxwaz ji PKKê dike, ji navçeyên Şingalê û derdora wê vekişe.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hate kirin, Şingal û navçeyên derdora wê ve beşek in ji Kurdistanê ne û ji demekê ve PKKê hêzeke mezin aniya wê navçê.

Herwiha daxuyaniyê dida zanîn, anîna hêza PKKê bo vê navçeyan, ne li ser daxwaza Êzidiyan e. Li gor daxuyaniyê jî, çekdarên PKKê li Şingalê mûçeyên xwe ji Heşda Şeibî werdigirin.

Fermandariya Hêza Çekdaran tekez dike, berpirsên Şingalê û Civata Rûhanî ya Êzidiyan daxwaza ji PKKê kirine ku ji navçê vekişin.

Bo parastina navçê jî, Fermandariya Hêza Çekdaran radigihîne, nêzîkî heşt hezar Êzidî di nava rêzên Pêşmerge de ne, da ku navçeyên xwe biparêzin.