Serokê Şaxa Çewlîgê yê DBP hat girtin
K24 – Navneda Nûçeyan
Serokê Şaxa Çewlîgê yê DBP Yavuz Kitay hat girtin û Hevaredarên Bajarokê Gundikê yê Şirnexê hat binçavkirin.
Li Şirnexê, hêzên ewlekariya Tirkiyê êriş birin ser avahiya Şaredariya Gundikê û Hevşaredar Ebdula Tunç, Serokê Şaxa DBP û xwediyê avahiyan girtin binçavan.
Hat ragehandin, lêpirsîna kesên hatine binçavkirin li baregeha serbazî ya Gundikê berdewam dike.
Li aliyê din, Serokê Şaxa DBP ya Çewlîgê Yavuz Kitay ku beriya 4 rojan hatibû binçavkirin, derket pêşberî dadgehê û biryara girtina Kitay hat dayîn.