Felah Mistefa: Ligel Bexdayê pirsa serxwebûna gotûbêj dikin

Falah Mistafa li ser pêşeroja serxwebûna Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û destnîşan kir ku, mafê welatên biyanî tune ye ku li dijî serxwebûna Kurdistanê bibin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Kurdistanê Falah Mistafa li Stenbolê beşdarî konferansa Dahatûya Rojhilata Navîn de bû.

Falah Mistafa li ser pêşeroja serxwebûna Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û destnîşan kir ku, mafê welatên biyanî tune ye ku li dijî serxwebûna Kurdistanê bibin.

Mistafa ji K24 re ragihand ku, Kurdistan li Rojhilata Navîn roleke wê ya girîng heye, ji piştî DAIŞê jî dahatûya Kurdistanê yekser ligel Bexda diyalogê dikin û ew ê biryarekê bidin bo diyarkirina pêşeroja Kurdistanê.