Minareya Pêlbûyî dikare bibe rikebera Birca Pîsa

Gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, bi berhemên xwe yên bedew û dîrokî wekî muzexaneyên servekirî ne. Yek ji van bajaran jî Xerpêta Elezîzê ye ku bi Minareya Pêlbûyî navdar e.
kurdistan24.net

 

K24 – Xerpêt

Gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, bi berhemên xwe yên bedew û dîrokî wekî muzexaneyên servekirî ne. Yek ji van bajaran jî Xerpêta Elezîzê ye ku bi Minareya Pêlbûyî navdar e.

Minareya Pêlbûyî di dema Hikumdarê Artukiyan Fahrettîn Karaaslan de di sala 1157'an de hatiye avakirin. Minare, piştî ku tê avakirin pêl dibe û dîsa tê sererastkirin lê piştî 3 caran tê sererastkirin, êdî biryar tê dayîn ku wiha bimîne û navê wê jî dibe Minareya Pêlbûyî.

Pisporê Dîroka Xerpêtê Feyzî Karaman amaje dike ku Minareya Pêlbûyî remzeke dewlemend a geşt û guzariyê ye; lê Wezareta Geşt û Guzariyê vê taybetmendiyê baş bi kar nayne.

Pisporê Dîroka Xerpêtê Feyzî Karaman li ser Minareya Pêlbûyî ji K24ê re wiha axivî: “Em ji Wezareta Geşt û Guzariyê dixwazin ku Minareya Pêlbûyî di nav nexşeya geştiyariyê ya baweriyê de cih bigire. Her wiha pêwîst e ku li Xerpêtê jî şewirmendên ku zimanên biyanî bizanin,  werin erkdarkirin ku ji geştiyaran re dîroka Xerpêtê û bi taybetî jî ya Minareya Pêlbûyî baş vebêjin.”

Minareya Pêlbûyî ji aliyê gelek kesan ve hatiye bihîstin û ji gelek geştyaran re jî mereq e ku vê berhema dîrokî bibînin. Bûrak Gonul jî yek ji wan kesan e ku di zaroktiya xwe de wî her dem ji dayîk û bavê xwe navê Minareya Pêlbûyî bihîstiye.

Geştiyar Bûrak Gonul jî dibêje: “Dayîk û bavê min ji Elezîzê ne lê ez li Stenbolê hatime dinê. Di nav mala me de gelek caran navê Minareya Pêlbûyî derbas dibû lê heta îro nebibû qismet ku ez bibînim. Ez bi dîtina vê berhema bedew keyfxweş im lê mixabin min dît ku danasîna Minareya Pêlbûyî gelek qels e.”

Di cîhanê de di nav berhemên dîrokî yên pêlbûyî de berhema herî navdar Birca Pîsayê ya Îtalyaye ku asta pêlbûna wê 5 pile ye, lê asta pêlbûna Minareya Pêlbûyî li derdora 7 pileyan ye. Ligel vê yekê ji ber danasîn û xwedîlêderketina qels, hejmara geştyaran ne di asteke guncav de ye.