12emîn Kongreya PDK-Bakur lidar dikeve

PDK-Bakur li bajarê Diyarbekirê Kongreya xwe ya 12emîn di nava nakokiyê de li dar dixe.

K24 – Navenda Nûçeyan

PDK-Bakur li bajarê Diyarbekirê Kongreya xwe ya 12emîn di nava nakokiyê de li dar dixe.

Kongireya PDK-Bakur îro demjimêr 09:00an de dest pê kir û hejmarek endam û rêveberên PDK-Bakur yên di kongireyê de cih digrin, opozîsyonê Serokê PDK-Bakur Sertaç Bucak in.

Rêveberiya niha ya Sertaç Bucak dibêje ew kongireya ku li Diyarbekirê bi rê ve diçe nas nakin.

Lidarxistina vê kongreyê di demekê de ye, ku berî du rojan Meclîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê – Bakur daxuyaniyek belav kiribû, û tê de hatibû “Şertên komcivîna kongreyê di destûrnameya(tuzuk) partiyê de diyar in. Ji bo kongre were civandin an  bangewaziya Serokê Giştî anjî bi bangewaziya 2/3’an  endamê Meclîsa Partiyê pêwîst e.  Ji bilî van tu meşrûtiyeteke bangewaziyên din tine ye.

Li hemberî vê jî Opozîsyona Sertaç Bucak diyar dike ku, pêwîst bû piştî Kongireya 11emîn li Tirkiyê partiyeke yasayî bihata avakirin. Ger partiyek yasayî ava nebe, pêwîst e partî piştî 6 mehan kongireya xwe ya 12emîn li dar bixe. Ji ber vê yekê ew li Diyarbekirê kongireya xwe 12emîn li dar dixin.

Kongireya PDK-Bakur a 11emîn li Paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê bi rê ve çûbû.