HSD kontrolkirina gundê El-Kerame radigihîne

HSDê kontrolkirina mezintirîn gund li rojhilatê Reqayê (Gundê El-Keramê) yê ku 18 k.m ji bajarê Reqayê ve nêzîk e, ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

HSDê kontrolkirina mezintirîn gund li rojhilatê Reqayê (Gundê El-Keramê) yê ku 18 k.m ji bajarê Reqayê ve nêzîk e, ragihand.

Odeya Operasyona Hêrsa Ferêt ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, di çarçova pêngava sêyemîn a operasyona kontrolkirina Reqayê de HSDê di du eniyên li rojhilatê Reqayê de pêşketinên baş bidest xistin.

Di eniya Bîr El-Heba de, HSDê karî 540 k.m kontrol bike û di nava wê de jî gundê El-Keramê ya stratejîk.

Di eniya Ebû Xeşeb de, hêzên HSDê karîn hezar û 100 k.m kontrol bikin û bi dehan gund û hatin kontrolkirin û bi hezaran jî xelkên sivîn hatin rizgarkirin.

HSDê amaje bi wê yekê kir, bi dawîbûna operasyonên leşkerî yên vê pêngavê re, piraniya deverên li rojhilatê Reqayê hatin kontrolkirin.

HSDê aşkere kir, YPG, YPJ, Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê û Hêzên El- Nuxe û bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî, beşdarî operasyona kontrolkirina rojhilatê Reqayê bûne.

HSDê tekezî li ser wê yekê kir, dema Reqa bê rizgarkirin, dê wî bajarî radestî xelkê Reqayê bibe û ji aliyê Encûmena Sivîl ya Reqayê ve were birêvebirin û erkê HSDê dê parastina deverên rizgarkirî û sivîlan be.

HSDê ragihand jî, di vê operasyonê de hejmarek ji çek û teqemenî yên DAIŞê ketine destên wan û 272 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 67 term jî di destê wan de ne.