Bendava Ferêt di bin metirsiya herifandinê de ye

DAIŞ hişyariyê dide ku, bendava Ferêt ya li Tebqa ku mezintirîn bendav e li Sûriyê di metirsiya herifandinê de ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

DAIŞ hişyariyê dide ku, bendava Ferêt ya li Tebqa ku mezintirîn bendav e li Sûriyê di metirsiya herifandinê de ye.

DAIŞ li ser tûra pêwendiyên civakî hişyariyê dide, ku bendava Ferêt û ji ber lêdan û êrîşên Hevpeymaniya Navdewletî û bilindbûna astê avê di gola wê de, di bin metirsiya herifandinê de ye.

Herwiha li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî, bendav ji kar hatiye derxistin û rawestiya ye.

Hêzên Amerîka roja 22 Adarê operasyoneke daxistina leşkeran ji esman ve li bajarokê Tebqa ya Reqayê kirin. HSDê jî ji çend rojan ve hewla kontrolkirina bendava Ferêt dide.

Ji Bendava Ferêt li Tebqayê mezintirîn bendav e li Sûriyê, di sala 1968an ve hat û li ser çend qonaxan hatiye damezrandin, li pişt xwe bi qasî 11.6 milyar metro sêkoşe av digire.

Herifandina bendavê ziyanê digihîne 52 hezar û 680 K.M çargoşe ji rûberê  Sûriyê, herwiha 3 miliyon Sûrî di wê rûberê de dijîn.

lê Berdevkê HSDê Telal silo ji AFPê re axivî û red kir ku operasyonên Hevpeymaniya Navdewletî li ser bendavê hatibin kirin.