Li Enqerê pêşangeha geştûguzariyê

Li Tirkiyê bi hatina biharê pêşangehên geştûgûzariyê tên lidar xistin. Armanca pêşanhega ku li Enqerê hate lidarxistin, danasîna hemû berhem û deverên geştyarî ye.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Li Tirkiyê bi hatina biharê pêşangehên geştûgûzariyê tên lidar xistin. Armanca pêşanhega ku li Enqerê hate lidarxistin, danasîna hemû berhem û deverên geştyarî ye.

Ligel bajarên Tirkiyê û yên bakurê Kurdistanê derveyî Tirkiyê jî acente û kompanyayên geştûguzariyê beşdarî di vê pêşangehê de kirin. Li nava Tirkiyê û bakurê Kurdistanê 42 bajar û derveyî Tirkiyê jî 7 welat bi giştî 220 kompanyayên geştûguzariyê di vê pêşangehê de danasîna deverên geştiyarî yên bajar û welatên xwe kirin. Di pêşangehê de ligel wêneyên deverên geştiyarî, govendên gelerî, xwarin û amûrên keleporî yên bajaran jî hatin pêşkeşkirin.

Serokê Rêveberiya Pêşangehê Bîlgîn Aygûl ji K24ê re got: “Ev pêşangeha 2emîn e ku em îsal li dar dixin. Gorî par di warê beşdarbûna kompanyayên geştûguzarî û serdêran ve pêşveçûnek mezin heye. Bi saya pêşangehên bi vî rengî di warê geştûguzarî û çandî de pêwendî tên danîn. Di sala pêşiya me de dê zêdetir beşdarên me hebin û sala 2018an dê bibe sala geştûgûzariyê.”

Ji Diyarbekir û Şirnexê û bajarên wek Agirî, Îdir, Riha, Ardexan û Bedlîsê jî kompanyayên geştiyariyê di pêşangehê de cih girtin. Ligel vê yekê ji aliyê Enqereyiyan ve herî zêde kelûpelên Îranê rastî eleqeyê hat û welatiyan bi saya vê pêşangehê deverên geştê yên bajar û welatan dîtin.

Berdevkê Mûsteşarê Çandê yê Îranê Reza Azîzîan ji K24ê re wiha axivî: “Wek welatekî biyanî me jî xwest ku li vir danasîna çand, huner û deverên geştiyarî yên Îranê bikin. Ev pêşangeh ji bo xurtbûna têkîliyên di navbera Tirkiyê û Îranê de cihek giring digire. Saleke din em ê bi awayekî berfirehtir beşdarî vê pêşangehê bibin.”

Welatî Tekîn Aydin jî dibêje: “Her deverên welatê me gelekî xweş in. Hewceye ji bo dîtinê mirov biçe hemû deveran. Her çiqas hemû bajarên me tune bin jî dîsa em pê kêfxweşin ku ligel welatên biyanî bajarên xwe yên din jî bibînin. Li vir taybetmendiya her bajarekî cih digre. Em jî lê xweş diçin.”

Di pêşangehê de ligel danasîna kelûpelên keleporî yên bajaran segê binavê Reîs yê ku tenê bajarê Aksaraya Tirkiyê tên xwedîkirin jî rastî eleqeya serdêran hat. Herwiha rayedarên çand û geştûgûzariyê jî ragihandin ku hêvî dikin di rojên pêşiya wan de li bakuûr jî pêşangehên bi vî rengî li dar bixin.