Sînemagerekî Kurd yê penaber li Stenbolê karekî balkêş dike

Jiwan Abdo ji Sûriyê ye û piştî şer li Stenbolê bi cî buye. Jiwan li Stenbolê bi karê sînemageriyê mijûle. Derhênerên ku hewl û xêrata Abdo dibînin li ser wî filmekî çêdikin. Filmê ku Abdo tê de wekî listikvanê sereke cî digre gelek xelatan jî wergirtiye.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Jiwan Abdo ji Sûriyê ye û piştî şer li Stenbolê bi cî buye. Jiwan li Stenbolê bi karê sînemageriyê mijûle. Derhênerên ku hewl û xêrata Abdo dibînin li ser wî filmekî çêdikin. Filmê ku Abdo tê de wekî listikvanê sereke cî digre gelek xelatan jî wergirtiye.

Jiwan Abdo xortekî Kurd e, 21 salî ye û penaberekî Sûriyeyî ye. Di gel malbata xwe ji ber şerê Sûriyê reviyane û li Tirkiyê bi cî bûne. Li Stenbolê karê derhêneriyê û lîstikvaniyê dike. Abdo bi karê sînemayê mijûl e û kesekî jêhatî ye.

Di jiyana Abdo de sînema roleke gelekî girîng digire û ew hewl dide ku di karê sînemayê de pêş bikeve. Dema Abdo dixwaze fîlmekê bikêşîne gelek derhêner hewl û xêrata wî dibînin û li ser Abdo filmekê çêdikin.

Derhêner Îbrahîm Yeşîlbaş li ser sînemagerê Kurd Jiwan Abdo ji K24ê re got: "Film li ser jiyana sînemagerekî Sûrî bû. Beriya ku em dest bi filmî bikin me li qadê hin lêkolîn kirin. Ber bi lêkolînan re em li rastî Jiwan hatin. Me di serî de xwest ku ew bi penaberan re bo me pêwendiyan dane û bo roportajan harîkariya me bike lê piştre me xêret û xwesteka wî ya li ser sînemayê dît û ew êdî ew bi xwe bû mijara filmê me. Piştre me bi hev re ev film çêkir."

Abdo berê niha bi kamerayeke piçûk bi alikariya derhêneran li ser penaberan fîlmek kişandibû û ew film gelek xelat jî wergirtibû.

Sînemager Jiwan Abdo jî ji K24ê re wiha axivî: “Filmê (kameralı Çocuk) li ser xorteke ji Sûriyê ye. Gelek ji sînemayê hez dike. Û diçe bi kameraya xwe bi milletê Sûriyê re röportajan çêdike û bi wan re di axive. Dema min despêkir min got ezê çawa vê rolê bilîzim. Paşê min nêrî ku ev rol bi xwe wekî Jiwane.

Abdo amaje kir ku; ew dixwaze her daîm jiyana kurdan bi rêya sînemayê nîşan bide û ji bo gelê xwe karên serkeftî bike.

Sînemager Jiwan Abdo dibêje: “Di cîhana min de ya herî girîng sînemaye. Sînemager di cîhanê de geleke. Yên Kurd jî gelek hene lê hemû film bi kurdî çênake. Ez dixwazim di warê sînemayê de tiştan li ser kurdan çêbikim. Di kameralı çocuk de min li ser kurdan jî axaft. Bi zimanê kurdî axaftim. Mê stranên Kobanê jî gotin.”

Malbata Abdo niha li Elmanyayê bi cî bûye û li wir dijîn lê Abdo gelekî ji Stenbolê hezkiriye û dibêje hê gelek film hene ku ew li vir bikşîne…