Şawês: Nêrînên me yên derbarê referandûmê de ji hev nêzîk in

Civîna şanda Hevbeş a PDK û YNKê ligel Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê bidawî bû û di konferanseke rojnamevanî de, endamê Polîtbîroya PDKê Dr. Roj Nûrî Şawes got: “Nêrînên me yên derbarê referandûmê de ji hev nêzîk in û civîn bi sûde bû.”
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Civîna şanda Hevbeş a PDK û YNKê ligel Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê bidawî bû û di konferanseke rojnamevanî de, endamê Polîtbîroya PDKê Dr. Roj Nûrî Şawes got: “Nêrînên me yên derbarê referandûmê de ji hev nêzîk in û civîn bi sûde bû.”

PDKê Dr. Roj Nûrî Şawes ragihand jî: “Bi guftûgokirina pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê serdana hemû aliyan dikin û divê rola hemû alî di encamdana referandûmê de hebe.”

Her di wê konferansê de, Serokê Encûmena Cibicîkirinê ya Yekgirtûya Îslamî Hadî Elî got: “Di civînê de bi aşkere me behsa pêşeroj Herêma Kurdistanê kir û piştevaniya encamên referandûm û serxwebûna Kurdistanê dikin û sor in li ser encamdana referandûmê.”

Îro Şanda hevbeş a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bo guftûgokirina pirsa referandûmê û çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê ligel Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê civiya.