Îran: Ji bo çêkirina mûşek û balafiran em destûrê ji kesî nagrin

Serokomarê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî , di hevpeyvîna xwe digel telewizyona fermî ya Îranê de ragihand ku, “Ew destûrê li ser çêkirina çekan ji kesî nagrin. Armanca wan bihêzkirina bergiriya Îranê ye”.

K - 24 Navenda Nûçeyan

Serokomarê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî , di hevpeyvîna xwe digel telewizyona fermî ya Îranê de ragihand ku, “Ew destûrê li ser çêkirina çekan ji kesî nagrin. Armanca wan bihêzkirina bergiriya Îranê ye”.

Di heman hevpeyvînê de Rûhanî diyarkir ku, “Tu caran armancek Îranê ya êrîşberiyê nebûye. Xebatan wan a çêkirina çekan tenê bi bergiriya Îranê ve girêdayî ye. Ew ji bo vê mebestê dê mûşek û balafiran jî çêkin û destûrê ji kesî wernagirin”.

Girêdayê çekirina çekan dijberiyek berçav di navbeyna welatên Rojava û Îranê de heye. Her car jî Îran tine ziman ku, ew ji bo bergiriya welatê xwe çekan dirust dike, tu armancek wan a êrîşberiyê nî ne. Lê, baweriya Amerika û Rojava bi van gotinên Îranê nayê.