Başak Demîrtaş: Hêvî dikim encama referandûmê bibe bingeha aştiyê

Başak Demîrtaş, Hevjîna Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş dengê xwe da û got: “Hêvî dikim encama vê referandûmê bibe bingeha aştiyê.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Başak Demîrtaş, Hevjîna Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş dengê xwe da û got: “Hêvî dikim encama vê referandûmê bibe bingeha aştiyê.”

Hevjîna hevserokê zîndankirî yê HDP'ê, Başak Demîrtaş bo referandûma guhertina destûrê dengê xwe li Diyarbekirê li navçeya Peyasê da.

Demîrtaş dema ku dengê xwe avêt sindoqê got: “Hêvî dikim encama vê referandûmê, bo gelê me di rêya azadî û aştiyê de xêrê bîne.”

Demîrtaş dema ji cihê dengdanê dûrket, li ser pirsa rojnamevanan ya derbarê rewşa zîndankirina Selahedîn Demîrtaş de got, têkoşîn bi her awayî berdewam dike. Hin welatiyên cihê dengdanê jî diruşmê dilxwaziya xwe bo Selahedîn Demîrtaş bilind kirin.