HUDA-PAR: Niha dema çareserkirina Pirsa Kurd e

Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA – PAR) ragihand ku,“Tu asteng li pêş desthilata AK Partî nemane û dive di Pirsa Kurd de pêngavên pêwîst bavêje”.

K - 24 Navenda Nûçeyan

Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA – PAR) ragihand ku,“Tu asteng li pêş desthilata AK Partî nemane û dive di Pirsa Kurd de pêngavên pêwîst bavêje”.

Serokê Giştî yê HUDA-PAR Zekeriya Yapicioglu diyarkir, ku “Piştî encamên referendûmê tu asteng li pêş AK Partî neman e. Heta niha AK Partî digot ku, navendên wesayetê yên dewleta kevin li pêş çareseriyê astengan derdixin. Berê jî me gotibû, ger di referendûmê de dengê – Belê, biser bikeve, tu sedem li pêş desthilatê namînin”.

“Desthilat ger bi rastî bixwaze pirsa Kurd bikeve rêya çareseriyê de, niha tu sedemên astengiyê li ber neman e. Yan dê di vê babetê de pêngavên bavêje, yan jî dê nedirustiya wê di vê pirsa giran de derkeve hole.”

Yazicioglu herweha diyarkir ku, “Ger hukimet bêje Pirsa Kurd nî ne, lê pirsa hevwelatiyên me yên Kurd heye. Ev ne nirxandinek rast e. Em bala desthilatê dikşînin, pirsa Kurd heye û ne qediya ye. Kurd dixwazin pirsa wan bikeve rêya çareseriyê de, dixwazin bi pêngavên danûstandinê û aştiyane bikeve rêya çareseriyê de. Gel dibêje: Maf ê min e, hûn nikarin mafên min bikin dîl a siyaseta çekdar a PKK”.

Girêdayî hevkariya di navbeyna Ak Partî û MHP de jî, Yapicioglu diyarkir “Bîngeha MHP dengê Erê neda. Lê Partiya me li ser soza xwe ma. Evê yekê Serokomar jî dîtiye”.