Parlementera HDP hat girtin
K24 - Navenda Nûçeyan
Parlementera Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) a Mûşê Burcu Çelik Ozkan, ji Twitter a xwe ragihand ku, hatiye girtin.
Di twit a xwe de Ozkan nivîsî: “Ez hatim girtin. Silav ji hemû dostan re”.
Bi girtina Ozkan hejmara parlementerên girtî yên HDP bû 12 parlementer.