Nîqaşên HDP û Ak Partiyê li ser dengên Kurdan

Encamên li ser derbasbûna dengên erê ya Referandûma Tirkiyeyê, bi xwe re gelek nîqaş anîn. Yek ji nîqaşên ku di navbera Ak Partî û HDP’ê tê kirin, kêmbûna dengên Kurdan e ku li gorî amajeyên Ak Partiyê ew deng ji bo piştgiriya dengê erê hatine bikaranîn. Rayedarên HDP’ê vê amajeyê red dikin û dibêjin; ‘Dengên kesên ku ji ber polîtîkayên Ak Partiyê nikaribûne biçin ser sindoqan; nayê wateya qebûlkirina referandûmê lê Ak Partî dixwaze bi van nîqaşan hêza nav Kurdan parçe bike.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Encamên li ser derbasbûna dengên erê ya Referandûma Tirkiyeyê, bi xwe re gelek nîqaş anîn. Yek ji nîqaşên ku di navbera Ak Partî û HDP’ê tê kirin, kêmbûna dengên Kurdan e ku li gorî amajeyên Ak Partiyê ew deng ji bo piştgiriya dengê erê hatine bikaranîn. Rayedarên HDP’ê vê amajeyê red dikin û dibêjin; ‘Dengên kesên ku ji ber polîtîkayên Ak Partiyê nikaribûne biçin ser sindoqan; nayê wateya qebûlkirina referandûmê lê Ak Partî dixwaze bi van nîqaşan hêza nav Kurdan parçe bike.

Piştî referandûma 16’ê Nîsanê ku ji sedî 51.35 bi dengên erê û ji sedî 48.65 bi dengên nexêr bi encam bû; hem li qada Tirkiye û Bakûr, hem li qada navneteweyî nîqaşên li ser rewabûna hilbijartinan ketin rojevê. Li ser amajeyên ku dengên Kurdan referandûmê bi ser xist; Parlementera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku, di nîqaşên rewabûna hilbijartinê de îdiaya ku Kurdan piştgiriya Ak Partiyê kiriye, ji bo dûrxistina Kurdan a ji qada siyasete, lîstikeke hişmendiyê ye.

Parlementera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr got: “Di 16’ê nîsanê de ev encam vê nîşan dide ku; encama ji Cizîrê derketiye, encama ji Enqereyê derketiye, Encama ji Geverê derketiye, encama ji Diyarbekirê derketiye, biryara gel li ber çavan radixe. Bi rastî yên ku dixwazin li Tirkiyeyê siyasetê bikin, bila fêm bikin ku heger Kurdan nekin nav hesabê xwe, dê di siyasetê de têk biçin.”

Rayedarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) da zanîn ku di pêvajoya bangeşiya referandûmê de rayedarên Hikûmetê ji qalkirina naveroka 18 xalan zêdetir, ji bo reşkirina alîgirên dengê nexêr xebat meşandine û bi girtin û binçavkirina  siyasetmedarên Kurd, dijberiya ji bo pirsa Kurd aşkera kirine. Li ser nîqaşên ku ji aliyê HDP’ê ve li ser nêzîkahiya Kurdan a Ak Partiyê hatin ragihandin;  Serokê Teşkîlata Ak Partiya Diyarbekirê Mehmet Alî Dundar amaje kir ku gel hêviya çareseriya pirsa Kurd, ji Ak Partiyê dîtiye loma bi dengên erê piştgiriya referandûmê kiriye.

Serokê Teşkîlta Ak Partiya Diyarbekirê Mehmet Alî Dundar ji K24ê re wiha axivî: “Serokomarê me jî, rayedarên hikûmeta me jî her tim alîgirên aştiyê bûne. Destên ku ji bo aştiyê hatine dirêjkirin, tu car paşve venegerandine. Lê niha li bakûr aramî serdest e, em dixwazin ku ev aramî dewam bike. Û em dibin şahed ku xelkê herêmê siyaseta xendekan beralî kiriye. Ji ber vê yekê jî berpêçûna Kurdan a ji bo Ak Partiyê heye. ”

Di Referandûma 16’ê Nîsanê de li 11 bajarên Bakûrê Kurdistanê dengê Nexêr, li 12 bajaran jî dengê Erê derket. Li gorî Rayedarên Hikûmetê, ji bajarên ku gotine nexêr jî rêjeya erê zêde bûye. Rayedarên HDP’ê jî amaje dikin ku; Ak Partî bêderfetiya mexdûrên koçber ji bo siyaseta xwe bi kar tîne. Tevî hemû nîqaşan, xelkê bakûr, ji niha û pê ve li benda aramî û aştiyeke mayînde ye