Agbaba: Siyaseta şaş ya AKPê, Tirkiye xistiye nava tundiyê
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Serokê CHP Velî Agbaba da xuyakirin, Tirkiye ji ber siyaseta şaş bûye welatekî Rojhilata Navîn û welatê komkujiyan.
Agbaba îro li navçeya Pirsûs ya Rihayê, bi aramnca beşdariya doza 33 civanên ku 20 Tîrmeha 2015'ê, di êrişa DAIŞ de hatibûn kuştin serdana Riha kir û li avahiya partiya xwe de civîneke çapemenî darxist.
Axbaba da xuyakirin, siyaseta şaş ya AK Partî Tirkiye xistiye nava gerîneka tundiyê û li Pirsûsê kuştina 33 civanan jî encama vê siyasetê ye û bi vê siyasetê Tirkiye bûye welatekî Rojhelata Navîn.
Da zanîn jî , welatê Rojhelata Navîn tê wateya şerên mezhebî, rijandina xwîn û rondikan û êdî bajarên Enqere, Stenbol, Riha û Dîlokê yên Tirkiyê, ji Bexdayê Iraqê û Kabûlê Efxanistanê ne cuda ne.