PKK gefan li herêma Kurdistanê û PDK dixwe

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn, di hevpeyvîna xwe li gel ajansa nêzîkî PKK Ajansa Nûçeyan a Firatê de, bi awqayek vekirî gefan li herêma Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê dike. Em vê hevpeyvînê wekî xwe di ANF de hatî diweşînin û helwêsta Rêvebirê PKK di serxwebûn û ewleyiya herêma Kurdistanê de, pêşkeşî xwendevanên xwe dikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn, di hevpeyvîna xwe li gel ajansa nêzîkî PKK Ajansa Nûçeyan a Firatê de, bi awqayek vekirî gefan li herêma Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê dike. Em vê hevpeyvînê wekî xwe di ANF de hatî diweşînin û helwêsta Rêvebirê PKK di serxwebûn û ewleyiya herêma Kurdistanê de, pêşkeşî xwendevanên xwe dikin.

Altûn diyar kir, Erdogan bi rêya komkujî û dijminatiya li Kurdan hewl dide desthilatdariya xwe bidomîne û bi destê PDK'ê jî dixwaze civakê bixapîne û ser vê rastiya xwe bigire. Altûn işaret bi têkiliyên AKP'ê bi PDK'ê re kir û got, "Ji ber vê yekê dibêje 'pirsgirêka min bi terorê re heye, bi PKK'ê re heye. Binere ez ne li dijî Kurda me'. Bi rêya PDK'ê dijminatiya xwe ya li Kurdan dinixumîne."

Riza Altûn destnîşan kir, ku PDK ji aliyê polîtîk ve îflas kiriye û got, "Bi taybetî, dema derketina DAIŞ'ê û bûeyrên piştî derketina DAIŞ'ê rû dan bên nixandin, wê were dîtin ku PDK hem bandora xwe ya îdeolojîk, polîtîk û rêxistinî ya li ser civaka Kurd winda kiriye, hem jî bi helwesta xwe ya li pêşberî DAIŞ'ê û têkiliyên xwe re di polîtîka herêmî û navneteweyî de qels bûye. Li Başûr jî krîzeke mezin derket holê. Li vê derê jî ketiye rewşeke welê ku êdî ji her kesî ditirse."

Altûn anî ziman, ku PDK'ê pişta xwe spartiye hêzeke herî nebaş a dijminê Kurdan, spartiye Tirkiyeyê û bi vî rengî dixwaze li pêşberî pêşketina têkoşîna azadiyê ya Kurd, bibe xwedî hêz. Altûn diyar kir, PDK di van têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re sînoran nas nake û ti aliyekî bê qebûlkirin ê vê yekê nîne.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn bal kişand ser hevpariya Tirkiye û PDK'ê û ev tespît kir: "Tirkiye çawa ku dijminê hemû pêşketinên bi pêşengiya xeta azadiyê ye, PDK jî bi heman rengî polîtîkayeke navxweyî dimeşîne. Ev yek herduyan digihîne hev. Tirkiye ji pêşketinên li Rojava aciz e, PDK jî ji PYD'ê aciz e. Tirkiye timî Rojava weke 'terorîst' bi nav dike û hewl dide li qada navneteweyî têgihiştineke bi vî rengî bafirîne. PDK jî bi gotina 'hevkarê rejîmê, terorîst û antî demokratîk' heman tiştî dike. Ev yek jî nîşan dide, ku çarenûsa wan yek e."

Altûn diyar kir, heman rewş li Şengalê jî heye û got, "Tevî ku hê DAIŞ nehatibû PDK ji Şengalê reviya û li wê derê komkujiyeke mezin derkete holê jî, PDK niha doza maf dike. Têkoşîna hêzên HPG, YJA Star û YPG'ê ku pêşî li komkujiyê girtin û xeta azadîparêz a van hêzan, PDK'ê aciz dike. Qet li ber xwe nakeve û radibe hebûna li wir weke hêzeke dagirker û ne rewa bi nav dike. Ferza 'ji vir derkeve' dike. Baş e, lê tu jê derket, te ew der radestî DAIŞ'ê kir. Tu çawa dikarî niha bêje li wir mafê min heye? Li aliyê din Tirkiye dibêje 'Ez ê nehêlim Şengal bibe Qendîleke nû'. Wê çaxê siyaseta herduyan hem li Rojava hem jî li Şengalê li hev tê. Hebûna me ya li Başûrê Kurdistanê PDK'ê aciz dike û dixwaze em wê derê biterikînin. Tirkiye jî heman tiştî dibêje. Vê rewşê, ev demeke dirêj e rê li ber rewşeke aloz vekiriye."

Li ser êrîşên bi balafirên şer ên dewleta Tirk, Altûn got, "Êrîşên hewayî yên li Rojava û li Şengalê, bêyî agahiya PDK'ê nehatine kirin. Eger PDK'ê destek nedabûya, erê nekiribûya, koordînat û agahiyên pêwîst nedabûya, Tirkiye bi 150 kîlometreyan nedihat û li Şengalê nedida. Di vir de hevkariya Erdogan-Bahçelî-Barzanî heye û ev hevkarî gelekî eşkere ye. Dema ku mirov li şêweyê têkiliyên berê û bûyerên roja êrîşê qewimîn bineren, wê ev yek bi awayekî zelal bê dîtin."

Altûn weşanên çapemeniya nêzî PDK'ê yên roja êrîşa li Şengalê bibîr xist û got, "Bi kêfxweşî eşkere kirin ku wan koordînat dane. Wan jî ev rastî veneşartin."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn got, ku xeterî û dînamîkên fermaneke nû hê li Şengalê heye û wiha dewam kir: "Erdogan, tevî dijminatiya xwe ya li Kurdan, ji berê ve bi gotina 'Ev Zerdeştî ne' qaşo li gorî xwe têkoşîna azadiyê ya Kurd reş dike. Di zîhniyeta Erdogan de dijberiya Êzidiyan, dijberiya Zerdeştî heye. Ev dijberî jî ji rêzê nîne. Bi rengê 'kuştina wan helal e' dijberiyê dike. Rehekî PDK'ê jî yê bi vî rengî heye. Êrîşa du hêzên xwedî zîhniyeteke bi vî rengî, parçeyek ji hewldaneke qirkirinê ye. Ev yek ne tenê bi PKK'ê re eleqedar e."

Altûn destnîşan kir, ku li dijî êrîşên topyekûn ên dijmin tenê tiştek li pêşiya wan heye ku bikin, ew jî berxwedana topeykûn e. Altûn diyar kir, ya ku ew dikin jî ev e û ev daxuyaniya girîng da:

TC îro sînoran nas nake û li her derê êrîşî me dike. Tirkiye li derveyî sînorên xwe yên fermî êrîşî gelê Kurd kir û PDK jî jê re bû pişt. Tifaqa PDK û TC, tifaqa PDK-AKP-MHP'ê di rastiya Rojava û Şengalê de nîşan da ku xwedî dijminatiyeke li Kurdan a bê sînor e. Ev yek di heman demê de tê wê wateyê, ku li dijî hêzên dixwazin te tine bike, li her cihê lê ye têbikoşe û bi berxwedanê hebûna xwe biparêze. Wê çaxê, encama ku em ê jî ji van êrîşan derxînin ev e: Li Rojhilata Navîn an jî li her devera cîhanê, bi têkoşîneke rast a li dijî hêzên TC, dikare pêşî li komkujiyê were girtin. Yanî ev yek derdixîne holê, ku divê em li her derê, têkoşîn û berxwedaneke bê sînor li dijî TC nîşan bidin. PDK'ê pêşî li vê yekê vekir. Yê ku rêya vê vekir, PDK ye. PDK ji Tirkiyeyê re bû pişt, koordînat da Tirkiyeyê û kir ku li Şengalê bide. Vê yekê rê li ber wê vekir, ku em jî li hebûna Tirkan a li Başûrê Kurdistanê bixin. Ev yek rewa kiriye.

Me heta niha rewşa li Başûrê Kurdistanê li ber çavan girt û di vê mijarê de helwestek nîşan neda. Lê belê niha rê li ber vê hatiye vekirin. Çawa ku Tirkiye tê li Şengalê li Kurdan dixe û got, 'min li PKK'ê xist', wê demê mafê Kurdan heye ku li her cihî, li hedefên Tirk ên derkeve pêşiya wan bixe. Avantajeke bi vî rengî derketiye pêşiya me. Gelek hêzên Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê hene. Ji Kanîmasî heta Bamerne, ji Bamerne heta Başîka, ji wir heta Altin Kopru li 13 cihan hene. Ev navendên wan niha hedef in. Di serî de hedefa gelê Kurd e û bêguman hedefên xwezayî yên PKK'ê ne. Her kesê ji xwe re dibêje 'ez Kurd im' divê zanibe ku ev komkujî wê di dawiya dawî de lê bê kirin û divê li ber xwe bide. Ji bo pêşî li van komkujiyan were girtin, divê li dijî vê hêzê bikevin nava liv û tevgerê.

Ti derfet û luksa PKK'ê nîne ku dest û lingê xwe girê bide û li şûna xwe bisekine. Mafê herî rewa yê PKK'ê ye, ku hêzên Tirkiyeyê li ku hebin, xeleka wan a herî qels bibîne û lê bide."

Altûn di vê çarçoveyê de bal kişand ser serdema nû û got, "Tiştên ku heta niha ji ber hin hesasiyetan nehatin kirin, wê ji niha û pê ve bên kirin. Çawa ku Tirkiye ji sînorên xwe derbas dibe, tê li Kurdan, li PKK'ê dide, PKK jî neçar e biryarê bide ku sînoran nas neke û li her cihê Tirk lê ne lê bide. Gelek hêz hene ku vê bikin. Tevgerên siyasî yên li Başûr dikarin vê bi hêsanî bikin. Divê mirov li bendê bin ku li Başûr rewşên bi vî rengî derkevin holê. PKK jî wê vê binirxîne û vê bike."

Altûn işaret bi xeteriya polîtîkaya PDK'ê kir û got, "PDK pişta xwe dispêre hêza TC û bi vî rengî dixwaze li Başûr bibe xwedî hêz. Lê rîskek afirandiye ku Başûr dikare veguherîne qada şer. Eger TC-PDK di vê siyasetê de israr bikin, wê Başûrê Kurdistanê veguhere qadeke cidî ya şer. Ji ber ku hêza herî qirêj a TC li Başûrê Kurdistanê ye. Eger tê xwestin, derb li karakterê paşverû yê TC were xistin, divê derb li hebûna wê ya li Başûrê Kurdistanê bê xistin."

Riza Altûn destnîşan kir, ku li holê têkiliyên gelekî kûr, tarî û qirêj ên aboriyê hene û got, "Li cihekî şer lê dest pê bike, gelo wê ev têkiliyên aboriyê çawa bidomin? Tifaqa PDK'ê ya bi TC re eşkere ye. Weke we jî anîn ziman; li parçeyekî Başûrê Kurdistanê xist, li civaka Êzidî ku beşê herî hesas ê Kurdên li Başûr e xist, hewl da komkujiyekê bike û dema ku ev kir, 5 pêşmerge qetil kir. Hê xwîna van ziwa nebû, Nêçirvan Barzanî bi lez û bez çû Qesra Erdogan. Hemû televîzyonên PDK'ê li şûna ku van êrîşan bikin rojev, hebûna PKK'ê dikin rojev. Ev eşkere ye."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn xwest, vê yekê bi taybetî destnîşan bike: "Hêzek ji aliyê siyasî û leşkerî ve çiqasî bi TC re bibe yek, wê ewqasî jî bibe dijberê PKK'ê, bibe dijberê gelê Kurdistanê. Eger tifaqa TC-PDK bi vî rengî dewam bike, wê bicihhatina daxuyaniya dawî ya PKK'ê bibînin. Bi mûxalefeta civakî, sabotekirina berjewendiyên aborî, tifaqên siyasî û têkoşîna ji aliyê leşkerî ve, wê şerekî mezin li ber xwe bibînin."