Teqîneke di embarên YPGê rû da: Birîndar hene

Teqînek di komgeheke çekan ya YPGê li gundê Zexat yê Dêrika Rojavayê Kurdistanê de rû da. Birîndar hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Teqînek di komgeheke çekan ya YPGê li gundê Zexat yê Dêrika Rojavayê Kurdistanê de rû da. Birîndar hene.

Peyamnêrê K24 li bajarê Dêrikê ragihand, şeva borî teqînek di Embarên çekan yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li gundê Zexat li rû da, di encamê de hejmarek birîndar hene.

Heta niha ti daxuyanî derbarê ji wê teqînê de ji aliyê YPGê de derneketiye.

Gundê Zexat 17 k.m li rojhilatê bajarê Dêrikî dikeve.