AK-Partî rêznameya xwe diguherîne

AK-Partî di kongireya xwe ya 21ê Gulanê de rêznameya xwe diguherîne û dê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim bibe wekîlê Recep Tayîp Erdogan.

K24 – Navenda Nûçeyan

AK-Partî di kongireya xwe ya 21ê Gulanê de rêznameya xwe diguherîne û dê Serokwezîrê Tirkiyeyê Binalî Yildirim bibe wekîlê Recep Tayîp Erdogan.

AK-Partî dê di 21ê Gulanê de kongriye xwe ya awarte pêk bîne. Tê pêşbînîkirin Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan di heman demê de bibe Serokê AK-Partiyê.

Di wê kongireyê de herwiha rêznameya AK-Partiyê jî were guhertin. Li gor wê, dê sîstema wekîltî di rêznameya AK-Partiyê de cih bigre û Bînalî Yildirim dê bibe wekîlê Erdogan.

Ji alîkî din ve îro Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim kom bûn, lê derbarê naveroka kombûnê de ti agahî nehatin belav kirin.