DAIŞê qadên Tebqayê bo bidarvekirinê bikar tanî
K24 – Tebqa
Çekdarên DAIŞê qadên bajarê Tebqayê wek cihê kuştinê û darvekirinê bikar tanîn, li bajarê tebqayê jî ev qad cihê daliqandin û serjêkirinê bû, da ku welatiyan bitirsînin û li gor xwe wan bikar bînin.
Operasyona kontrolkirina bajarê Tebqayê ji 21 Adara borî ji aliyê HSDê ve dest pê kir û roja 15 Nîsanê karî derbasî nava taxên Tebqayê bibe. Roja 10 Gulanê jî HSDê bajara Tebqayê kontrol kir.