Li Ormiyê, leşkerên Îranê ketin kemîna hêzên PJAKê

Di şer û pevçûnên li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê de, 2 leşkerên sînor ên Îranê hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn.

K24 – Navenda nûçeyan

Di şer û pevçûnên li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê de, 2 leşkerên sînor ên Îranê hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn.

Medyayên Îranê belav kirin, di dema guhatrina leşkeran li ser sînorê Îranê li parêzgeha Ormiyê de, tîmên Îranî ketin kemîna hêzên Partiya Jiyana Azadî ya Kurdistanê (PJAK) de û di encamê de 2 leşkerên sînorî hatin kuştin û 7 leşkerên din birîndar bûn.

Her çend e piraniya medyayên Îranê behsa bi wî şerî kirine, lê heta niha PJAKê ti karvedaneke fermî li wî şerî nedane û ti zanyariyek jî aşkere nekirine. 

Raîd Mihemed Riza Feyrozî û Neqîb Mihemed Riza Ferecî, herdu fermandarên Pasdarên Îranê ku şeva borî ji aliyê PJAKê ve hatibûn kuştin
Raîd Mihemed Riza Feyrozî û Neqîb Mihemed Riza Ferecî, herdu fermandarên Pasdarên Îranê ku şeva borî ji aliyê PJAKê ve hatibûn kuştin