Avadankirina Kobanê berdewam e

Şaredariya Kobanê di karê nûjenkirina rê û kolanên taxên bajêr de berdewam e, di hindir pirsgirêk û astengiyên ku şerê kobanê li pey xwe hîşt de.
kurdistan24.net

 

K24 – Kobanê

Şaredariya Kobanê di karê nûjenkirina rê û kolanên taxên bajêr de berdewam e, di hindir pirsgirêk û astengiyên ku şerê kobanê li pey xwe hîşt de.

Piştî rakirina bermahiyên şer ji tax kobanê, şarederiya bajêr dest bi projeya çêkirina riyan û vekirina hin taxên nû dike, her wihe sererastkirina tevahî kolanên bajêr û derdora wê. Rêvebariya Şerederiyê da zanîn ku ev proje dê ta destpêka zivistanê berdewam bike û pêşbîn e ku proje ta wê demê bi serkeftî bi dawî bibe.

Projeyê ji taxa 48 dest pê kir ta navenda bajêr, lê ji ber hin pirsgirêk û astengiyên girêdayî bi bingehiya bajêr û wêraniya tûra ava vexerinê û qirêjê ku bi sedema şerê Kobanê rû da, rêveberiyê kar û xebatên xwe veguhestin derdora bajêr, ta ku ew pirisgirêk çereser bibin.

Di şerê Kobanê de zêdetî 80 ji sedî ji bajêr hate rûxendin, herwiha ziyan gihîşt tevahî bingeha bajêr, li gor rêvebariya şarederiyê ku ta nihe karibûn ji 50 ji sedî sererast bikin û 3 hezar k.m3 qîr li taxên bajêr bikin.