Parlementerê AKPê: Divê rêz li biryara serxwebûnê bê girtin

Parlementerê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) yê Diyarbekirê Galîp Ensarîoglu, li ser biryara diyarkirina roja referandûma serxwebûna Kurdistanê got ku, “Biryara serxwebûnê biryara gelê Kurdistanê ye û divê rêz lê bê girtin.”

K24 – Diyarbekir

Parlementerê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu taybet ji bo K24’ê li ser biryara diyarkirina roja referandûma serxwebûna Kurdistanê daxuyanî da.

Ensarîoglu amaje kir ku li gorî Destûra Iraqê mafê serxwebûna Kurdistanê mafekî yasayî ye. Ensarîoglu  wiha axivî: “Ez ne di wê baweriyê de me ku wê serxwebûna Kurdistanê zirarê bide Tirkiyê. Ji ber ku pêwendiyên dostane di navbera Tirkîyê û Kurdistanê hene. Heta ku li hemberî Tirkiyê gef nebe divê Tirkiye jî tiştekî cûda nefikire. Divê pêwendiyên dostane bi şêweyekî baştir berdewam be.”

Ensarîoglu got jî: “Di Rojhilata Navîn de havalbendê Tirkiyê yê herî ji dil Rêveberiya Kurdistanê ye. Nerazîbûna Tirkiyê li hemberî gefan e. Li Şengal û Sûrîyê gef hebû Tirkiye mûdaxale kir. Lê belê tu caran Herêma Kurdistanê wekî gefekê nehatiye dîtin û bileksê vê yekê pêwendiyên wan ên bi Tirkiyeyê re baştir bûne.”