Wezîrên Tirkiye diçin Qeterê
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Tirkiye Mewlud Çavuşoglu û Wezîrê aboriyê Nihat Zeybekci bi egera zanîna pêdawistiyên Qeterê seredana wî welatî dikin.
Berî seredana xwe Wezîrê derve Çavuşoglu di konferansa rojnamegerî de diyarkir ku “Dorpêça liser Qeterê dilgiraniyek mezin li gel wan peyda kiriye. Heta niha tu planek wan a zelal j ibo çareseriya pirsgîrekan nî ne, lê dê her hewlan bidin ji bo çareseriyek ji vê krîzê re bê peyda kirin.”
Çavuşoglu herweha diyarkir ku, ger derfet dest bidin, dixwaze seredana Erebistana Siûdî jî bike.