Li Bilîsê 2 leşker hatin kuştin

Li Bakurê Kurdistanê di şer û pevçûnên di navbera PKK û Arteşa Tirkiyê 3 endamên hêzên ewlekariyê û endamekî PKKê canê xwe ji dest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê di şer û pevçûnên di navbera PKK û Arteşa Tirkiyê 3 endamên hêzên ewlekariyê û endamekî PKKê canê xwe ji dest dan.

Sererkaniya Tirkiyê ragihand ku, li navçeya Tetwanê ya Bilîsê di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de 2 leşkerên wan canê xwe ji dest dane.

Herwiha gundê Diheya Kevin ya ser bi Sêrtê jî endamên PKKê bi çekan êrîşê hêzên ewlekariyê kirine û di encamê de pasvanekî gundan canê xwe ji dest daye.

Piştî bûyerê qedexeya derketina derva hate ragihandin û li dijî PKKê operasyonek berfireh hate destpêkirin.

Ji aliyekî din ve, Parêzgeriya Colemêrgê jî derbarê şer û pevçûnan de daxuyaniyek belav kir. Li gor ragihandina Parêzgeriyê li navçeya Çêlê endamekî PKKê di encama pevçûnan de canê xwe ji dest daye.