PKK û YPG zarokan bo şer bikar tînin

Wezareta Derve ya Amerîka aşkere kir, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) zarokên biçûk li navendên rahênan û perwerdekirinê û şer de bikat tînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Amerîka aşkere kir, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) zarokên biçûk li navendên rahênan û perwerdekirinê û şer de bikat tînin.

Wezareta Derve ya Amerîka di raportekê de derbarê baziganiya bi mirovan ya di sala 2016an de belav kir, di beşeke wê raportê de hatiye, ku PKK û YPG zarokên Kurd û Kurdên Êzidî di şer de bikar tînin.

Li gor wê raportê jî, ku Wezarê Derve yê Amerîkayê dilgiraniya xwe ji wî karî derbiriye û bi binpêkirina yasayan binav kiriye.

Berê jî çendîn raport li ser derbarê biçekirina PKKê a zarokan hatine belavkirin, ji wan jî rêxistina Human Rights Watch (HRW) ku di meha Tebaxa sala borî de ragihandibû, endamên wê rêxistinê serdana kampa koçberan a li derdora Dihokê, navçeyên li bakurê rojhilata çiyayê Şingalê û Helebçe kiribûn.

HRWê ku hevdîtin ligel 58 kesan kiribûn, ku ji wan 13 kes zarok bûn û temenê wan di navbera 14 û 17 salî bûn, yên din jî dê û bavên wan zarokan, birêveberê wan kampan, mamoste, karmendên xwecihî û navdewletî yên ne hikûmî û karmendên di hikûmeta Herêma Kurdistanê de kiribûn.

Li gor raporta HRWê amaje pê dike, ku 29 halet hatin tomarkirin, herwiha ji wan zarokan jî 2 zarokan xwastibû vegerin nava malbata xwe, lê wan grûpan nehêştibûn û ew herdu zarok jî azar kiribûn.