Li Kîlîsê agir: 10 leşker birîndar bûn

Li bajarê Kîlîsê yê Bakurê Kurdistanê li bingeheka leşkerî agir derket û 10 leşker birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeayn

Li bajarê Kîlîsê yê Bakurê Kurdistanê agir bi bingeheka leşkerî li nêzîkî sînorê Sûriyê ket û 10 leşker birîndar bûn.

Derbarê mijarê de  Parêzgeriya Kîlîsê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û da zaîn ku,  îro berbangê li bingeheka leşkerî agir derketiye. Agir di demeke kêm de li cebilxaneyê jî ketiye û bi vî awayî çend teqîn rû dane.

Parêzgeriya Kîlîsê da diyar kir, di encamê de 10 leşker birîndar bûne û li nexweşxaneyê tên dermankirin.  Xenbatên tîmên agirkûj û ewlekariyê ji bo vemirandina êgir berdewam dike.

Hat zanîn riya Kîlîs û Dîlokê ji demjimêr 4ê berbangê ve ji bo hatûçûnê girtî ye.