Firokeyên Sûriyê gundên Libnanê bombebaran dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyên şer ên Sûriyê  bingehên Fetih El-Şam (Beriya EL-Nusra berê) li bajarokê Irsal yê Libnanê bombebaran kir.

Li gor meydayên Libnanî piştî danûstandên di navbera Hizbulaha Libnanî û Fetih El-Şamê de neçûn serî ku Hizbulaha Libnanî ji wan grûpan xwestibû bajarokên sînorî yên Libanê bi cih bihêlin û Fetih El-Şam jî ev yek qebûl nekir, firokeyên Sûriyê dest bi êrîşên xwe li dijî wê girûpê kir.

Ev şerê ku niha di hundir sînorê Libnanê de çê dibe, tevlîheviyeke mezin ji bo artêşa Libanê û kampa penaberên Sûrî yên li bajarokê Irsalê çê kir.