Bajar wêran bû, 40 hezar sivîl jî mirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê berê yê derve yê Iraqê Polîsa Federal a Iraqê bi hokarê wêranêbûna jêrxaneya rojavayê Mûsilê û kuştina hejmareke mezin ji welatiyên sivîl yên wî bajarî dizane.

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Wezîrê berê yê derve yê Iraqê Huşyar Zêbarî ragihand, zêdetir ji 40 hezar welatiyên Mûsilê di encama bpmbebarankirina firokeyên şer, topbarana herêmkî a Polîsa Federalî û nîşanvanên DAIŞê hatine kuştin.

Huşyar Zêbarî ragihand jî, beşek ji qurbaniyên sivîl, heta niha di bin xanî û avahiyên wêranbûyî de mane. Herwiha hêzên Polîsa Federalî jî sedemê sereke yê wêraniya wî bajarî ye.

Amaje bi wê jî da, gendaliyeke mezin di nava sîstema bergîriyê û hêzên Iraqê de heye, bi taybet di nava Firqeyên 9 û 16 yên artêşa Iraqê de.