Amnesty: Tirkiye dûrî hiş û rastiyê tevdigere

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberê Amnesty International dibêje, rayedarên Tirkiyê dûrî û hiş rastî tevdigerin. Herwiha daxwaza berdana endamên xwe dike.

Rêveberê Amnestyê John Dalhuisen derbarê çalakvanên mafên mirovan yên ku di 4'ê Tîrmehê de li Stenbolê hatibûn girtin daxuyanî da û got, şûna ku rayedarên Tirkiyê dawî li vê lêpirsîna bêbingeh bînin, pileya bêhişîtiyê bilind dikin.

John Dalhuisen da xuyakirin, şûna ku yên berê hatine girtin, serbest bên berdan, yên hatine berdan jî tên girtin û got, rayedarên Tirkiyê ji hiş û rastiyê dûr tevdigerin.

Li Stenbolê Rêvbera Amnesty Internationalê jî di nav de 10 parêzvanên mafên mirovan hatibûn binçavkirin û piştî lêpirsîna 13 rojan 6 kes hatibûn girtin. Duh jî 4 kesên ku hatibûn berdan dîsa hatin girtin.