Çîn li Suriye piştgirê “pêvajoya aştiyê” ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Çînê yê bo Sûriyê dibêje, daxwaza deverên aram demkî ye û bi armanca berdewamiya pêvajoya agirbestê ye û dixwaze hemû alî jivê sûd werbigrin û li dor maseyê de rûnin. Zaî Zîoyan li Enqerê derbarê rewşa Sûriyê civîneke çapemenî darxist.

Di civînê de Zaî Zioyan diyarkir ku, Divê hemû alî ji vê yekê sûd werbigrin û hewl bidin ku rewşê ber bi başbûnê bibin. Her weha hemû alî dikarin li dor maseyê de bo diyalogeke rasteqîn rûnin.

Derbarê çawaniya destûra Sûriyê de, çawaniya hilbijartinan de, serokatiya hikûmetê de divê em baweriya xwe bi gelê Sûriyê bînin. Ew hişmendiya wan heye ku biryarê xwe bidin û bijardinên xwe bikin.

Sererastkirinên derbarê deverên aram de demkî ne. Armanca sereke alîkariya berdewamiya agirbestê ye. Divê em han bidin pêvajoya aştî ya Sûriyê. Min di hevdîtinên xwe yên bi aliyên curbicur re dît ku, hemû alî dixwazin bi sererastkirinê, li Sûriyê rejîmên cudahîxwaz dernekevin meydanê."