Tirkiye dê S-400an bikire
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdoğan di civîna grûba parlementerî ya AK Partî de ragihand ku, Tirkiye ligel Rusya ji bo kirîna mûşekên S-400 peyman imze kiriye û dê wan mûşekan bikire.
Berî niha berpirsiyarên NATO û herweha Serfermandarê Amerikayê Joseph Dunford diyarkiribû ku, kirîna mûşekên S-400 nerehetiyê ligel Washingtonê pêk tine. Daxûyaniya îro ya Erdogan, wekî bersîvek ji bo Dunford hate nirxandin.