Gargaş: baştirîn bijarde li ber Tirkiye bêalî bûn e!

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekem helwêsta girêdayî seredanên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyib Erdogan bo welatên Kendavê ji alî Wezîrê Derve yê Îmaratan Enver Muhammed Gargaş ve hate kirin. Gargaş diyarkir ku, seredana Erdogan tiştek nû ji bo krîza Qeterê ne aniye û baştir e Tirkiye di vê babetê de bêalî bimîne.

Gargaş di twitter a xwe de nivîsandiye: Seredana Serokomarê Tirkiye tiştek nû neanî pêş. Tirkiye lezê dike, lê baştirîn bijarde li ber Tirkiye bêalî bûn e. Ji ber ku tu seredan, ji nîşandan a helwêst a Qeterê ne girîngtir e.