Tirkiye bersîva McGurk dide
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta derve ya Tirkiye bi zimanek tund bersîva daxûyaniya Brett McGurk girêdayî rêxistinên terorê û Tirkiye da.
Di daxûyaniya xwe de Wezareta derve diyar dike:
“Helwêsta me hemberî kesê nave wî derbas dibe (ango Brett McGurk) ji alî berpirsiyarên me yên bilind ve hatiye protesto kirin. Nirxandinên Nûnerê taybet ê Amerika di têkoşîna hemberî DAIŞ de Brett McGurk, liser hebûna rêxistinên terorî li Idlib û welatê me cîhê dilgiraniya me ye.
Herweha paqijkirina hêzên terorî ji Iraq û Suriye tenê bi kiryarên gotinî û kiryarî ve dikare rû bide. Bi vê mebestê em carek din bibîr tînin ku, bi tu awayî rêxistina terorî PYD/YPG dive neyê piştevanî kirin.
Liser daxûyaniyên wî kesî (Brett Mc Gurk) Helwêsta welatê me, ji alî Balyozxaneya me ya Washingtonê, dê bigihe demûdezgehên Amerikayê”.