Partiyên Kurdistanî yên Mêrdînê dest bi xebatên piştgiriya referandûmê kirin

kurdistan24.net

 

K24 – Mêrdîn

Li Bakurê Kurdistanê, amadekariyên bangeşiya ji bo Referandûma Serxwebûna Kurdistanê dest pê kirin. Xebatên bangeşiyê li Mêrdînê, bi pêşengiya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê PKS'ê hatin destpêkirin û dê xebatên hevpar ên bangeşiyê bi nûnerên Partiya Sosyalîst a Kurdî dikin.

Li Mêrdînê pêşwaziya ji bo Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, bû sedema liv û tevgeran. Partî û Rêxistinên Kurdistanî yên li Mêrdînê, bi pêşengiya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) civîneke gelemperî li dar xist û di wê civînê de çarçoveya xebatên piştgiriya Referandûma Kurdistanê hatin zelalkirin.

Nûnerê Partiya Azadiya Kurdistan Bedran Acar armanca civînê wiha rave kir. Bedran Acar ji K24ê re wiha axivî: "Kesayetên ku li gel me civiyan, me bi hev re komîsyonekê ava kir. Em ê bi vê komîsyonê re heta 25'ê Îlonê kar û xebatên xwe bimeşînin. Kar û xebatên me, bi armanca dewamkirina beşên Bakûrê Kurdistanê tên kirin."

Civîna ku bi armanca xebatên bangeşiya Referandûmê hat lidarxistin; bi hevpariya Partiya Sosyalîst a Kurdistan, PDK-Bakûr, Partiya Welatparêzên Demokrat, Partiya Komînîst a Kurdistan, Partiya Azadiya Kurdistan û Hereketa Azadî hat rêvebirin. Li gorî ragihandina rêveberê PDK-Bakûr Mehmet Salîh Ramazanoglû; ji her partî û rêxistinekê nûnerek hatiye diyarkirin û komisyona ku ji 6 kesan hatiye hilbijartin, dê li nav xelkê Mêrdînê dest bi xebatan bike.

Mehmet Salîh Ramazanoglû got jî: "Em ji dil û can piştgiriya Başûrê Kurdistanê dikin. Peywira me jî ew e ku em piştgiriyê bikin û bikaribin meseleye bi xelkê xwe bidin fêmkirin, bidin naskirin û agahiya wan bi girîngiya meseleyê bixin."

Di encama civîna hevpar a Partî û Rêxistinên Kurdistanî de hat ragihandin ku; "Referandûma 25'ê Îlona 2017'an, roja tayînkirina qedera Kurdan e û ew roj yan dê Kurd li qada neteweyî bibin xwedîdewlet yan jî dê wekî berê bi dewletên din ve girêdayî li benda qedera xwe bisekinin." Endamên komîsyonê ragihandin ku dê xebatên bangeşiyê heta roja referandûmê dewam bikin.