Li Dêrsimê 3 gerîlayan canên xwe ji dest dan

Li navçeya Pilemorî ya Dêrsimê, di şer û pevçûnên di navbera gerîlayên PKK û Artêşa Tirk de, 3 gerîlayan canên xwe ji dest dan.

K24 – Nvenda Nûçeyan

Li navçeya Pilemorî ya Dêrsimê, di şer û pevçûnên di navbera gerîlayên PKK û Artêşa Tirk de, 3 gerîlayan canên xwe ji dest dan.

Li navçeya Pilemorî devera Mizgefta Sor, di navbera gerîlayên PKK û hêzên Artêşa Tirkiyê de şeva bihurî şer derket. Şer û pevçûnê heta demjimêr 4'ê sibê berdewam kir.

Helîkopterên kobra jî dever bi demjimêran bombebaran kirin. Parêzgarê Dêrsimê Tuncel Soyel da xuyakirin, di pevçûnan de 3 gerîlayên PKK canê xwe ji dest dane, ku 2 ji wan jin in û yek jî berpirsekî bilind yê PKK ye.

Ji çavkaniyên PKKê derbarê bûyerê de daxuyanî nehate dayîn.

Hat ragihandin, di pevçûnên gundê Şapatanê Şemzînanê de herî kêm 6 polîsên operasyonên taybet ên Tirkiyê hatine kuştin.